Al û wate

Al rengên hestên mirov in, dirûvên giyanê mirov in, nîşanên ramanên mirov in. Al semyotîka netewe û koman e, heger aleke te tune be tu bêwate yî. Al ontolojiya netewe û koman e, “hebûn” e.

Sirûdên welatan

Rengên kurdan do jî kesk û sor û zer bûn û îro jî kesk û sor û zer in, lê zimanê kurdan ê do û îro ne wekhev e; zimanê medan (an jî ê gûtiyan) û kurmanciya îro pir ji hev cuda ye.