Zelzele

Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin nivîsê min pirayî ji jiyana rojane û mîzahî ye. Ji ber erdheja qewimî min navber da nivîsên xwe. Di vê trajediyê de him ji lisana min nedihat û him jî nivîsê mîzahî ne rast bû. Û hûn bawer bikin hîn jî ji lisana min nayê. Jixwe mesken nivîsa min jî, wê ne bi mîzahî be. Wê li ser erdhejê be.

Belê, dibistan du hefteyan ketibû betlaneyê. Panzdeh rojan em bi kêfa xwe bûn. Razan û hişyarbûn me kengî bixwasta. Roja şeşê sibatê dibistan destpê dikir. Roj bû pêncê sibatê. Ez jî li gundê xwe bûm. Divê serê sibê ez hişyar bibûma û biçûma dibistanê. Ji ber ku ez fêrî derengrazanê bibûm xew nediket çavên min. Strêsa ku em ê dest bi kar bikin jî hebû. Û baranek dibariya hew dibû. Min digo ka di vê sar û sermayê de em ê çawa herin kar. Û mesken ji min ra dibû bar û ez di nava cîhê xwe da diqilqilîm.

Êdî bibû serê sibê lê ez ranezabûm. Hingî ez ji taqet ketibûm cilde ez xulmaş bibûm. Çavên min girtî min dît ku ez dihejim. Min go ez paldayî çawa gêj tabanım. Bi min ecêb çizgi. Min çavên xwe vekir lê min hîn rewş fam nekiribû. Piştî ku bû qirç qirça dîwar û alavên hindur ez li xwe hay bûm. Lê ez ji nav cîhê xwe ranebûm. Ji ber Mêrdîn ne di herêma erdhejê de ye, min go wê sivik be û wê derbas be. Tiştên di hişê min de ew bû.

Min digo, de wê xelas bibe de wê xelas bibe, lê him nesekinî û him jî her ku çû hejandina me zêde bû. Hew min dî istikrar diya min ji hewşê tê. Wê xwe avêtibû derva malê û bangî me dikir. Bawer im ne ji diya min ba, ez ji nav cîhê xwe ranedibûm. Ez rabûm û çûme derva cem wê. Diya min pir tirsiya bû. Û ji me re go; kuro zelzele çêbû. Weke hêlanê erd diheje, ma qey hûn bixwe nahesin.

Ji bo tirsa xwe ji ser xwe bavêje min jê ra go, temam dayê netirse, Mêrdîn ne di herama zelzelê de ye. Baran jî tê bê qey ezman qul bibû. Xwişka min ji diya min ra go bise ez ji te ra betaniyekê bînim. Diya min qêriya û go nekeve hundir. Lê me jê ra betanî anî. Cîranan jî xwe avêtibûn derva. İstikrar însanan li gund belav dibû. Em çend deqeyan li derva sekinîn. Ji ber ku baran û serma bû min go ka em têkevin hûndir. Lê diya min bi tirs bû. Min go netirse qediya çû. Piştî ku em ketin hûndir diya min go, gelo konut zelzele li ku çê bû. Min ji diya xwe ra go; dayê, ku Mêrdîn mesken qas hejiya be cîhê ku lê çê bûye kevir li ser kêvir nemayî. Em ketin tatêla xwişk û birayên xwe û meriv û dostên xwe. Ez ji hêlekê bi telefonê li wan digerim û ji hêlekê dikevim Twîtterê nûçeya dişopînim.

Axir xwişk û bira û meriv dost silamet bûn. Lê hîn me fam nekiribû bê navenda erdhejê li kû yî. Hema ji her bajarî digotin erdhej çêbû ye. Piştî nûçeyên fermî, em fêr bûn ku navenda erdhejê Antakya û Meraş e. Min go em li ku Antakya li ku. Ger em li vir evqas hejiya bin… Diya min gotina min birî û go; wey wax, çima tu nabêjî mala xelkê xera bû. Xwişk û birayên min î li navçeya Qoserê di apartmana dijiyan berê xwe dan me û hatin gund. Û ne deriye ew. Ji gundê me kî di apartmana dijiyan berê xwe dane gund. Qederekî dirêj gir gira erebeyan bû. Malbata min û zarokên xwe pir tirsiyabûn. Tiştên di sere wan da hatibû qal dikirin û digotin ya star. Xaniyên gund ji ber ku hew qatek bû ewle bû. Lê ji ber tiştên jiyabûn êdî ji siya xwe ditirsiyan û hema deng ji binê nigên me jî bihata digotin zelzele çêbû.

Belê, me ewil baş nizanîbû bê rewş çi ye. Lê piştî bi çend saeta me dît ku bê çi bobelatek mezin çê bûye. Me tiştê wiha ne dîtibû û me ne bîhîstibû. Bo alîkariyê min dixwast ku herim cîhê erdhej lê çê bûye. Lê ji xwe mala men î gund bibû cîhê alîkariyê. Tevî zarokan em bîst kes di malên me yî gund dijiyan. Her çiqas navenda erdhejê ne li bajarê me bû jî bi dehan însanên me yî bo kar li Xetay,Meraş û Semsurê bûn jiyana xwe ji dest dan. Em bo sersaxiyê wer li şîna bûn.

Piştî deh rojan xwişk û birayên min belav bûn û çûn malên xwe. Birayêkî min î ku ew û zarokên xwe li Amedê dijiyan bi erebeyê min wan teğe Amedê. Ez şevekê li ba wan mam. Belê, wexta ku erdhej qewimî ez zêde netirsiyam. Lê gava min li Amedê apartmanê di ser hev du da bibû nanik dît, û ez wê şeve di apartmanê razam saw min girt. Ew gotina ku tabana, dîtin û gotin nabe yek hate bîra min. Çawa li min bû sibe nizanim. Gava ku ez ê vegeriyama Mêrdîn min ji birayê xwe re go; ka hûnê bi vê tirsê çawa li vir bimînin. Ka werin dîsa em herin gund. Lê ji ber kar û barên xwe nikaribûn bihatina.

Min her gav ji malbata xwe ra û ji dost û hevalên xwe ra digo, gund ji bajaran xweştir e. Lê wan qerfên xwe dikirin û digotin ma çi li gund he yî. Piştî erdhejê hatin ser gotina min. Êdî her kes cîh li gundan oburun û hin kes jî xaniyan lê dikin. Lê xwezî ne ji bo tirsa erdhejê bûya. Xwezî me ew bobelat nejiya ba. Bi erdhejê em serûbin bûn. Xwedê carek din nîne serê me.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir